Îsraîlê biryara xwe da: Sanda MOSSADê çû Qeterê

18 March 2024 18:08 0 dîtin
Îsraîlê biryara xwe da: Sanda MOSSADê çû Qeterê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şanda bi serokatiya Berpirsê Giştî yê Saziya Îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) David Barnea, ji bo gotûbêjkirina pêşniyara Hemasê ya pevguhertina dîlan îro 18ê Adarê çû paytexta Qeterê Dohayê.

Li gorî nûçeya televizyona Îsraîlê, şanda bi seroktiya Serokê Mossadê David Barnea ji bo bersiva Tel Avîvê bigihîne aliyan û gotûbêjên pevguhertina dîlan çûye Dohayê.

Hatiye diyarkirin ku şanda Îsraîlê ya Qeterê ji aliyê kabîneya şer a Îsraîlê ve hatiye peywirdarkirin û hate gotin, "Dê muzakere dirêj û zehmet bin, divê kabîneya ewlekariyê hemû erkan bide şanda danûstankar.”