Wezîrê Îsraîlî bang li Netanyahû kir: Bila sanda Îsraîlê neçe Qeterê
PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, bang li Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû kir ku çûna şanda Îsraîlê ya danûstankar bo Qeterê qedexe bike.
Hêjayê gotinê ye, li aliyekê bobardimana Îsraîlê li ser Xezzeyê dewam dike û li aliyê din jî li ser pêşniyara Hemasê danûstandinên bo pevguhertina dîlan dewam dikin.
Tê çaverêkirin ku hevdîtinê bo pevguhertina dîlan û agirbestê bi navbeynkariya Qeterê dewam bikin.
Wezîrê Îsraîlê yê rastgirê tundrew Bezalel Smotrich li dijî hevdîtinên li Qeterê têne kirin derket û bang li Netanyahu kir çûna şanda Îsraîlê bo Qeterê qedexe bike.
Herwiha Smotrich got ku divê artêşa Îsraîlê yekser bikeve navçeya Refahê û heta tunekirina Hemasê fişara leşkerî bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin