Netanyahû ji bo Îranê bang li serokwezîrê nû kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû, bang li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Borîs Johnson kir li dijî Îranê xwedî helwesteke tund be.
Li gorî daxuyaniya serokwezîriya Îsraîlê, Netanyahû di pêwendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Johnson xwest ku li dijî rêveberiya Tehranê helwesteke tund nîşan bide.
Wezîrê berê yê derve li Brîtanyayê Borîs Johnson piştî ku bû serokê partiya mihafezekar 24ê Tîrmeha 2019 li şûna serokwezîra berê Theresa May bû Serokwezîrê Brîtanyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin