Rêveberiya Biden biryara ser Girên Golanê bo Îsraîlê naguherîne

09 February 2021 20:36 0 dîtin
Rêveberiya Biden biryara ser Girên Golanê bo Îsraîlê naguherîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê Girên Golanê de ku rêveberiya Trump wekî axa Îsraîlê pênase lê kiribû, ji kanala CNNê re dîyar kir, Girên Golanê bo Îsraîlê girîng in.

Blinken li ser mijarê wiha got: “Li gor bawerîya min kontrolkirina Golanê bo ewlekarîya Îsraîlê pir girîng e. Kêşeya qanûnî mijareke din e. Ger bi demê re rewşa li Sûrîyê biguhere, emê jinûve li wê binêrin, lê em niha ji tiştekî wisa dûr in.”

Blinken dîyar kir ku rêvebirîya Serokê Sûrîyê Beşar Esad û mîlîsên bi piştgirîya Îranê dijî ewlekarîya Îsraîlê gefan çêdikin.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2019an de dîyar kiribû ku ew Girên Golanê wek axa Îsraîlê nas dikin û sîyaseta Amerîka ya li derve guherandibû.

Şêwirmendên Biden jî di demên borî de gotibûn ku ewê biryara ser naskirina Golanê wek axa Îsraîlê, neguherînin.