Rêveberiya Biden balyozekî nû bo Îsraîlê destnîsan kir

16 June 2021 16:58 0 dîtin
Rêveberiya Biden balyozekî nû bo Îsraîlê destnîsan kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, piştî du roj bi ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îsraîlê de derbas bûn, Thomas Nides wek balyozê nû yê Amerîkayê li Îsraîlê destnîşan kir. Koşka Spî ragihand ku Thomas Nides karmendekî giştî û karsazekî berbiçav e.

Thomas Nides cihê Balyozê Amerîkayê yê berê David Friedman digre ku Friedman wek kesayetekî tund yê siyaseta rastgir a Îsraîlê dihat naskirin û beriya niha jî piştevaniya kampanyaya Trump kiribû.

Balyozê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Netewên Yekbûyî Gilad Erdan ji ber namzedkirina wî bo balyozê Îsraîlê pîrozbahî li Thomas Nides kir.

Gilad Erdan got: “Ez hêvî dikim bi wî re bixebitim ji bo pêşxistina têkiliyên taybetî di navbera Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî de û ji bo zêdekirina hevkariya me di gelek mijarên weke: berfirehkirina çerxa aştiyê li Rojhilata Navîn, hevkariya Îsraîl-Amerîka ya di derbarê têkoşîna li dijî guherîna avûhewayê û Covid-19 û li dijî gefa mezinbûna antîsemîtîzmê li seranserê cîhanê de.”

Erdan daye zanîn: “Em dê di heman demê de diyaloga xwe ya di derheqê pirsgirêkên herêmî de bidomînin wek mînak ku Îran ti carî nebe xwedan çekên atomî û garantî bike ku Xeze di destê rêxistina terorê ya Hemas de namîne.”

Balyozê nû Thomas Nides ku di Partiya Demokrat a Amerîkayê de heta niha postên bilind wergirtine, sala 1961an ji malbateke cihû ya niştecihê bajarê Duluth a Wilayeta Minnesota ji dayîk bûye û li Banka Morgan Stanley jî şêwirmendê karûbarê bankê kar kiriye.

Nides heger piraniya Encûmenê Pîran a Amerîkayê namzediya wî ya balyoztiya Îsraîlê pesend bike, wê dest bi kar bike.