Serq El-Ewset: Rêveberiya Biden armancên xwe li Sûriyê destnîsan kir 

13 November 2021 16:06 0 dîtin
Serq El-Ewset: Rêveberiya Biden armancên xwe li Sûriyê destnîsan kir 

PeyamaKurd – Rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî diyar kir, Rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden, 5 armancên xwe li Sûriyê destnîşan kirin û mana hêzên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê jî yek ji wan armancan e.

Li gor Rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî belav kir, rêvebiriya Serok Joe Biden piştî vekolînên ji destpêka salê ve di nav saziyên li Washingtonê de, gihîşt lîsteya dawî ya “Pêşîniyên Amerîkayê li Sûriyê”.

Herwiha zanyariyên rojnameya Şerq El-Ewset dide zanîn, karên pêşîn ên Amerîka li Sûriyê ji 5 armancan pêk tê, ji wan yek jî: Mana li bakurê rojhilatê Sûriyê û têkbirina DAIŞê ye.

Xalên din jî ev in: Derbaskirina alîkariyên mirovî di sînor re. Parastina agirbestê. Piştevaniya cezakirinê û mafên mirovan. Nehîştina çekên komkuj û pêşxistina proseya siyasî li gor biryara navdewletî (2254).