Rêveberiya Biden 14 hezar guleyên tankan ji Îsraîlê re disîne

10 December 2023 12:01 0 dîtin
Rêveberiya Biden 14 hezar guleyên tankan ji Îsraîlê re disîne

PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden, şandina nêzî 14 hezar guleyên tankan bo Îsraîlê pesend kir.

Hate ragihandin ku Biden bêyî biryarê bişîne Kongreya Amerîkî, erka xwe ya rewşên lezgîn bikar aniye û dê bi nirxê 106,5 milyon dolaran bi qasî  13 hezar û 981 guleyên tankan bo Îsraîlê bên şandin.

Li gorî zanyariyan, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, divê ew guleyên tankan bilez bo Îsraîlê bêne radestkirin ku ew di berjewendiya ewlehiya Amerîkayê de ye. Hate zanîn ku dê ew guleyên tankan ji envantera artêşa Amerîkayê bên dabînkirin.