Sanda Swêdî ku dixwest Demirtas bibîne ji Edirneyê hat vegerandin
PeyamaKurd – Îro 5ê Cotmehê şandeke Swêdî ya Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt jî di nav de bû xwest li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bikin, lê destûr bo wan nehat dayîn û ji Edirneyê vegeriyan.
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt piştî destûrnedanê li ber Girtîgeha Edirneyê nerazîbûn nîşan da û wiha axivî:
“Operasyonên li dijî HDPê ne demokratîk in. Em qebûl nakin. Zextên li dijî HDPê nêzîkatiyek dîktatoryal e. Nemaze biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Demîrtaş de daye, pêwîste gavek beriya gavekê ji aliyê meqamên Tirk ve were naskirin. Pêwîste dest ji van polîtîkaya zextan were berdan. Têkiliyên Ewropa û Tirkiyê di serdemek nabaş de derbas dibin. Sedemê vê yekê jî girtina bi hezaran mirovan e. Li dijî HDPê zextên darbeyî pêk tên. Dixwazin HDPê bêbandor bikin. HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat partiyek kilîl e. Em difikirin ku Demîrtaş jî divê mijarê de xwedî rolek kilît e. Nehiştin em wî bibînin. Lê roja ku azad bibe em ê werin serdana wî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin