Sandeke ji Komara Kongoyê, li ser mijara elektrîkê hat Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd-Şandeke ji Komara Kongoyê hat Herêma Kurdistanê û li Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê, ligel rayedaran civiya. Hat ragihandin ku şande dixwaze ji ezmûna pîvera zîrek a elektrîka Herêma Kurdistanê sûdê werbigire.
Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand ku îro şandeke ji Komara Kongoyê, ligel rayedarên wezaretê civiyane û ji bo sûdwergirtina ji sîstema pîvera zîrek a elektrîka Herêma Kurdistanê, gugtûgo hatine kirin. Hat ragihandin ku projeya pîvera zîrek, bi rêjeya % 87 li Herêma Kurdistanê hatiye cibicîkirin û heta niha 1 milyon û 250 hezar pîverên zîrek hatine danîn. Kemal Mihemed destnîşan kir ku plana wan ew e, 1 milyon û 400 hezar pîverên zîrek deynin.
Hat ragihandin ku heta niha beşeke mezin a projeyê hatiye cibicîkirin û cihê xweşhaliya wan e ku welatekî wekî Kongoyê ku xwedî 105 milyon rûniştvan e, dixwaze ji ezmûna Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê sûd werbigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin