Sandeke MSDê bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re civiya
PeyamaKurd – Li Moskowê, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di nav de, şandeke Rojavayê Kurdistanê, bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re civiya.
Ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandek, li paytexta Rûsya Moskowê, bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re civiya. Buroya Çapemeniyê ya MSD'ê têkildarî hevdîtinê da zanîn, hevdîtin li ser daxwaza Rûsyayê pêk hatiye û hevseroka MSDê Îlham Ehmed û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bekdanov jî di hevdîtinê de cih girtine.
Hat diyarkirin, hevdîtin baş derbas bûye û li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê, xebatên siyasî yên MSDê û sûcên Tirkiyeyê yên li dijî serweriya Sûriyeyê hatine nîqaşkirin.
Di îlona sala 2020an de, Hevseroka MSDê Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin