Sandeya alman a li Samê bi rêveberiya nû ya demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Almanyayê ji bo hevdîtinên yekem ên rasterast bi rêveberiya nû ya demkî ya Sûriyeyê re bike, şandeke dîplomatîk şandiye herêmê.
Hat diyarkirin ku dîplomatên alman ên ku çûne Şamê dê îro bi nûnerên hikûmeta demkî yên ku ji aliyê Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) ve hatine wezîfedarkirin hevdîtinan pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinan de “Dê pêvajoya veguhêz a berfireh a li Sûriyeyê û parastina kêmneteweyan” bê nîqaşkirin, herwiha dê îmkanên hebûna dîplomatîk a Almanyayê li Şamê jî bên lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar bû heyeta alman bi nûnerên saziyên sivîl ên Sûriyeyê û pêkhateyên xiristiyan re hevdîtinan pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên HTŞ û hikûmeta demkî ya tayînkirî ji nêz ve tên şopandin û tê gotin ku heta niha bi aqilane tevdigerin û Almanya wê rêveberiya demî ya Sûriyeyê bi hevkarên xwe yên navneteweyî re li gorî xwe binirxîne.
Almanya mazûvaniya nêzîkî 1 milyon penaberên sûriyî dike ku ji destpêka şerê navxweyî di sala 2011an ve ji welatê xwe reviyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin