Sandeya danûstankar bi fraksiyonên Kurdistanê re dicive
PeyamaKurd – Îro şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê, dê bi fraksiyonên Kurdistanê re li Encûmena Nûnerên Iraqê re bicive û civînên wan jî dê berdewam bin.
Serokê nûnertiya Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa ragihandiye: ‘‘Civînên şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê, li Bexdayê berdewam dibin û îro 25.01.2021ê, dê li gel fraksiyonên Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê bicivin û pişt re jî li gel lijneya darayî dê bicivin.’’
Faris Îsa daye zanîn: ‘‘Şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê, dê li gel lijneyên Parlamentoyê û li gel Hikûmeta Iraqê jî bicive. Ji ber her du Hikûmet gihîştin rêkeftinê û tişta ku maye li Parlamentoya Iraqê ye.’’
Li ser pişka Herêma Kurdistanê ya budçeya sala 2021ê ya Iraqê jî destnîşan kiriye: ‘‘Em li benda wan civînên şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê û Parlamentoyê ne û ev jî guftûgoya dawiyê ye li ser pişka Herêma Kurdistanê û piştî wê jî eger heye di wan du hefteyan de, projeyasaya budçeyê ji Parlamentoya Iraqê derbas bibe.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin