Sandeyeye dîplomasiyê ya Rojava serdana Almanyayê kir

21 June 2024 15:42 0 dîtin
Sandeyeye dîplomasiyê ya Rojava serdana Almanyayê kir

PeyamaKurd - Şandeya Rojavayê Kurdistanê ku ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêk tê, ji bo li Almanyayê pêwendiyên dîplomatîk saz bike serdana vî welatî kirin.

Şandeya Rojava, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê ya ku di 16 Pûşperê de destpê kir, li çend welatên Ewropayê rêze diyalogan pêk anî.

Şandeyê di vê çarçoveyê de, li bajarê Almanya Dusseldorfê, bi Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymaz re hevdîtin pêk anî.

Seroka Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê, wêneyên hevdîtinên serdanê û mijarên ku di van hevdîtinan de hatine gotûbêjkirin belav kir.

Di hevdîtina şandeya ji berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojava û MSDê pêk tê û Cîgira Serokê Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymaz a li avahiya parlamentê ya bajarê Dusseldorf ê Almanyayê de, geşedanên li Rojava û Sûriyeyê, pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê û tevgera şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞê ya li herêmê hatin rojevê.

Şandeyê di hevdîtinê de balê kêşa ser geşedanên dawî yên li Rojava û destnîşan kir ku bêyî piştgiriya civaka navneteweyî, DAIŞ bi temamî nayê têkbirin.

Şandeyê her wiha daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kampa Hol û Kampa Roj a ku endam û malbatên DAIŞê lê têne girtin kir.

Şandeya dîplomatîk a Rojava, ji Seroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed, Hevserokê MSDê Mehmûd El Mislet, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Abdulkerîm Omer, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwîş pêk hat.