Saredara berê ya Diyarbekirê dest bi greva birçîbûnê kir
PeyamaKurd - Hevsoroka berê ya HDPê û Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak ji bo piştgiriyê bi de greva birçîbûnê ya Parlamentara Colemêrgê Leyla Guven a girtî, bo 10 rojan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.
Hat ragihandin ku Kişanak îro 18ê Kanûnê ev greva birçîbûnê bo piştgiriya Leyla Guven ku zêdetirî 40 roj in mangirtina xwe didomîne û ji bo rakirina tecrîda ser Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Kişanak gotiye, “Ji bo dengê aştî û diyalogê bidin bihîstin pêwîste tecrîda li ser Îmraliyê di zûtirin demê de bê rakirin. Em nikarin li hemberî şer, mirin û zilmê û nehiştina dengê aştiyê, bêdeng bimînin.”
Gultan Kişanak piştî ku qeyûm li şûna wê bo şaredariya Amedê hatibû tayînkirin, hatibû girtin û niha li Girtîgeha Kocaeli dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin