Rêveberên HDP û DBPê yên Diyarbekirê, hatin desteserkirin
PeyamaKurd- Di çalakiyên bi boneya 24emîn salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de li Diyarbekirê hat xwestin ku meşek bê lidarxistin lê ji ber destûr nehat dayîn, alozî derketin û bi dehan kes hatin desteserkirin.
Li ser çalakiya navborî ku ji bilî Diyarbekirê, li bajarên din ên wekî Wan û Cizîrê jî hatin kirin de alozî derketin.
Hat zanîn ku rêveberên HDP û DBPê û pêkhateyên wê ku xwestin bimeşin, rastî astengiya hêzên ewlehiyê hatin. Ji ber ku hêzên ewlehiyê da zanîn ku ev meş bê destûr tê kirin, destwerdan çêbû û di encamê de 50 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di nav van kesên desteserkirî de Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy û Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Xêredîn Altûn jî hene.
Her wiha Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş jî li dijî helwesta hêzên ewlehiyê nerazîbûn nîşan da û amaje kir ku bi awayekî dijyasayî, zext li ser mirovan tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin