Li dijî DBPê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

23 December 2022 17:01 0 dîtin
Li dijî DBPê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, vê sibehê ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ve li dijî Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Enqereyê û Buroya Enformasyonê ya li Diyarbekirê, operasyon hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku ekîbên polîsan li avahiyê dest bi lêgerînê kirine û di operasyonên navborî de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir hatiye binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin ku li bajarên bakur ên Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Riha û Dîlokê û gelek bajarên din jî serdegirtina avahiyên partiyan çêbûne.

Hevserokê parêzgeha Şirnexê Zekî Îrmez, hevserokên parêzgeha Wanê Şengul Polat û Harun Okay, hevseroka parêzgeha Rihayê Hidayet Enmek, hevserokên parêzgeha Dîlokê Ethem Unal û Zelîxe Aslan, hevserokê parêzgeha Mêrdînê Şerafettîn Aslan, di nav kesên binçavkirî de ne.

Hat diyarkirin ku li Stenbolê jî bi ser malên endamên DBPê ve girtine.

Di daxuyaniya DBPê ya li ser mijarê hat gotin ku

"Îro danê sibehê, havêtin ser avahiya me ya Enqereyê, Buroya Ragihandinê ya Diyarbekirê û gelek avahiyên qeymeqamtiyê. Hevserokê me Keskin Bayindir û gelek rêveberên partiya me hatin desteserkirin.”