Li Stenbolê operasyonek li dijî DAISê pêk hat: Gelek kes hatin girtin

22 October 2020 13:56 0 dîtin
Li Stenbolê operasyonek li dijî DAISê pêk hat: Gelek kes hatin girtin

PeyamaKurd – Li dijî DAIŞê, hêzên ewlehiyê yên Tirkî, li Stenbolê operasyonek pêk anîn û di operasyonê de gelek kes hatin girtin.

Li gor zanyariyên ji medya Tirkiyê, tîmên ser bi Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê û tîmên operasyonên taybet bi awayekî hevdem bi ser 21 navnîşanan de girtin.

Herwiha agahiyên hatine belavkirin destnîşan dikin, di operasyona îro de gelek kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye hatine girtin.

Heta niha di derbarê mijarê de tu zanyariyên din nehatin belavkirin û herwiha nehat diyarkirin çend kes hatin girtin.