Li Stenbolê operasyonek li dijî DAISê pêk hat: 17 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li Stenbolê 17 kes bi tohmeta têkiliyên wan bi DAIŞê re hene, hatin desteserkirin.
Li gor ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, hêzên ewlekariyê îro di saetên serê sibehê de li bajarê Stenbolê û 11 navçeyên wê, operasyonek li dijî rêxistin û şaneyên DAIŞê pêk anîn.
Di operayonê de hêzên ewlekariyê girtin ser 17 navnîşanan û 17 kesên gumanbar ku ji aliyê dadgehê ve fermana desteserkirina wan hatibû dayîn, hatin desteserkirin.
Herwiha ew kesên di operasyonê de hatin desteserkirin, bi li ser navê DAIŞê çalakî kirine û têkiliya wan bi endamên DAIŞê yên li Sûriyê re heye tên tohmetbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin