HSDê operasyonek li dijî DAISê pêk anî: 24 çekdar hatin girtin
PeyamaKurd – Li gundewarê parêzgeha Dêrezorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 24 çekdarên DAIŞê girtin. Di nav wan de 3 çekdaran, operasyonên terorî kirine.
HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên wan ji do de, dest bi operasyoneke ewlekarî ya berfireh li rojavayê gundewarê Dêrezor û hejmareke kampan kiriye.
Di daxuyaniyê hatiye destnîşankirin, heta niha 24 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin.
Herwiha, li gor wê daxuyaniyê destê 3 çekdarên hatine girtin, di kuştina endamê Encumena Yasadananê ya Dêrezorê de hebûn.
Herî dawî HSDê diyar kiriye, hêzên wan dest bi ser hejmareke “bombeyên destî, çekên kalaşnîkof, amûrên pêwendiyan, cilûbergên serbazî û madeyên hişbir”de girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin