HSDê di operasyonekê de çekdarekî DAISê li gundewarê Reqayê girt

22 November 2023 13:54 0 dîtin
HSDê di operasyonekê de çekdarekî DAISê li gundewarê Reqayê girt

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de çekdarekî DAIŞê li gundewarê Reqayê girtin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, roja 20ê Mijdarê di operasyoneke Yekîneyên Antî-Teror (YAT) a ser bi HSDê de, terorîstê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade hat girtin.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, Operasyon li bajarokê Kerama yê li gundewarê rojhilatê Reqayê, bi piştevanî û çavdêriya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.

Herwiha hat destnîşankirin, terorîstê hatiye girtin, endamên ′Eşbal El-Xîlafe′ ji kampên malbatên DAIŞ yên Rojavayê Kurdistanê direvandin û digihandin navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên dagîrkirî.

HSDê 12ê vê mehê jî nasnameya fermandarê leşkerî yê DAIŞê Mihemed Sexir El Bekir (Xalid El Şamî) yê ku hatiye girtin aşkere kiribû.

Hat ragihandin ku Mihemed Sexir El Bekir Cîgirê Fermandarê Leşkerî ya wîlayeta Şamê bû ku di Çileya 2022an de weke serçekdarê operasyona terorîst beşdarî êrîşa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê bûbû.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.