Çekdarekî saneyên DAISê ji aliyê HSDê ve hat girtin
PeyamaKurd – Çekdarekî şaneyên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê li Taxa Xiwêran a Hesekê hat girtin.
Li gor Navenda Ragihadinê ya HSDê diyar kir, Hêzên Taybet ên HSDê li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê çekdarekî ji şaneyên DAIŞê girt.
Herwiha Navendê da zanîn ku wî çekdarî propagandaya fikirê tundrew belav dikir, herwiha hewl dida endamên nû tevlî DAIŞê bike.
Di berdewamiyê de Navenda Ragihandina HSDê eşkere kir, hêzên wan beriya niha jî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê gelek endamên DAIŞê ku hewl didan fikirê terorîst belav bikin, girtin .
Herî dawî Navendê got, ew ê têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê dewam bikin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin