Hêzên Taybet ên HSDê çekdarekî DAISê kustin

25 July 2024 19:35 0 dîtin
Hêzên Taybet ên HSDê çekdarekî DAISê kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarokê Mergeda yê gundewarê Dêrazorê hêzên teybet ên YAT ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ne, operasyon li ser çekdarekî DAIŞê pêk anî.

Li gorî daxuyaniya HSDê dema operasyonê wî çekdarê DAIŞê xwe radestî hêzên HSDê nekiriye û bi gulebarana hêzên YATê hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku bi wî çekdarî re gelek çek û cebelxane hate girtin.