HSDê bi operasyoneke taybet 2 çekdarên DAISê kustin

31 October 2022 11:00 0 dîtin
HSDê bi operasyoneke taybet 2 çekdarên DAISê kustin

PeyamaKurd –  Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundê el-Lewziye li rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke taybet li dar xist û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê kuştin û 2 çekdarên din jî girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, li gundê el-Lewziye li rojhilatê Dêra Zorê HSDê di operasyoneke taybet de girt ser şaneyeke çekdarên DAIŞê ku li navçeyê sivîl dikirin armanc, piştî ku şervanên HSDê şaneya çekdarên DAIŞê dorpêç kirin, hişyarî dan wan da ku xwe teslîm bikin, lê şer di navbera her du aliyan de derket û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin kuştin û 2 çekdarên din jî hatin girtin.

Herwiha 23yê Îlona borî jî, li gundên el-Kessar, el-Tigêhî û el-zirr li rojhilatê Dêra Zorê, HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 9 çekdarên DAIŞê girtin.