Pêsmerge li dijî DAISê operasyonek pêk anî: 50 kustî gelek û birîndar hene
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge li navçeyên Pelkane û Xerayan li herêma Germiyanê pêk anîn û di encamê de 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 7 şaneyên DAIŞê hatin têkbirin.
'Balafirên Hevpeymaniyê piştevaniyê Pêşmerge kir'
Komandoyên Fermandariya Hêzên Altunî ser bi Wezareta Pêşmerge ve, li dijî 7 şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyên Pelkane û Xereyanê li herêma Germiyanê operasyonek pêk anîn. Balafirên hêzên hevpeyman taybet jî yên Fransayê piştevaniya hêzên Pêşmerge kirin di encamdana wê operasyonê de.Fermandarê Hêzên Altunî Hewraz Kakemîn ragihand ku ji roja 16ê Cotmehê ve xelkê li navçeyên nakok di nav tirsê de dijî û got, “Li Zînane, Pelkane û Şorawê tevgerên terorîstên DAIŞê her ku diçû zêde dibû.”
Hewraz Kakemîn diyar kir ku wan jî operasyonek bi piştevaniya hêzên hevpeyman li dijî şaneyên DAIŞê yên li wê navçeyê encamdan û aşkere kir ku heta niha 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Kakemîn herwiha got “Ev yekem operasyona me ya li herêmê ye û heta ku m dijmin tune dikin jî dê operasyon bidomin.”
Xelkê gundewarên bajarokên Qeretepe û Newcûlê ji ragihandin ku ew bi berdewamî rastî êrişên çekdarên DAIŞê tên.
Li gor zanyariyan di êrişên çekdarên DAIŞê yên di heyama 2 mehan de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin