Pêsmerge li Germiyanê dest bi operasyonekê li dijî DAISê kir

05 August 2019 12:38 0 dîtin
Pêsmerge li Germiyanê dest bi operasyonekê li dijî DAISê kir

PeyamaKurd - Çend Lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge û hêzên asayişê ve îro li nehiyeya Kuleco li devera Germiyanê dest bi operesyonekê li ser terorîstên DAIŞê kir.

Fermandarê Lîwaya 5emîn a Piyade ya Şarezorê Emîd Kemal ji medya Kurdistanêê re ragihand, bi sedema hatina çekdarên DAIŞê ji navçeya me re, me dubare dest bi operasyoneke rêgiriyê li tevgera DAIŞê kir.

Ragihand jî, tenê hêzên Pêşmerge û asayişê di operasyonê de beşdar in û ti hevahengî wan bi hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî re nîn e.

Di destpêka vê mehê de çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge û asayişê li nahiya Kuleco ya ser bi qezaya Kifrî ve kiribûn, di encamê de 2 Pêşmerge û 2 endamên asayişê şehîd bûbûn.