HSDê li dijî qaçaxtiya petrolê dest bi operasyonekê kir

29 November 2021 13:00 0 dîtin
HSDê li dijî qaçaxtiya petrolê dest bi operasyonekê kir

PeyamaKurd – Li Dêrezorê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî qaçaxtiya petrolê, dest bi operasyonekê kirin.

HSD ji bo rê li pêşiya qaçaxtiya petrol û sotemeniyê bigire, dest bi hemleyekê kir û bi çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo rêgirî li qaçaxbirina sotemeniyê li navçeyên di desthilata hikûmeta Sûriyê de, hêz li gundewarê Dêrezorê belav kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir, nêzîkî 30 otomobîlên serbazî li gundên Egîdat, Dehlê û Sebha yên gundewarê Dêrezorê belav bûne û di heman demê de jî balefirên Hevpeymana Navnetewî li asmanê deverê firînên xwe zêde kirine.

Di çarçoveya operasyonê de 6 kes ji bajarokê Egîdat hatin girtin.

Herwiha şaneyeke veşartî ya DAIŞê êrîşî pêgeheke HSDê ya li bajarê El Bisîra ya herêma Dêrazorê kirin û çend şervanên HSDê birîndar kirin.