Hêzên Pêsmerge li dijî DAISê ji pênc aliyan ve dest bi operasyonê kirin
PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge bi bo lidûvçûna terorîstên DAIŞê, ji pênc aliyan ve li quntarên çiyayê Kifrî û Xurmatûyê dest bi operasyonê kirin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, berbanga îro 8/12/2021ê, hêzên Pêşmerge li zincîreya çiyayên Kifrî û Xurmatûyê li dijî çekdarên DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Zanyarî didin zanîn, hejmarek ji pêgeh û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li wan navçeyê hene, armanca Pêşmerge jî pişknîn û paqijkirina wan navçeyan ji çekdarên DAIŞê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin