Germiyan | Hêza Pêsmerge li dijî DAISê operasyonek pêk anî

27 July 2021 12:59 0 dîtin
Germiyan | Hêza Pêsmerge li dijî DAISê operasyonek pêk anî

PeyamaKurd – Pêşmergeyên Kurdistanê operasyonek li navçeya Dawûdê ya Germiyanê pêk anîn û di encamê de, çend cihên veşartinê yên DAIŞê hilweşandin û dest danîn ser hejmarek çek û teqemeniyan.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, ji şeva borî û heta vê sibehê, hêza Alonî ya ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê ve, operasyonek li navçeya Dawûde li zincîreya çiyayên Kifrî û Xurmatû encam da.

Efserekî Pêşmerge da zanîn: “Ji do êvarê ve bi piştevaniya Hevpeymanên Navdewletî me dest bi operasyonekê li gundên Zînane, Xare, Pelege û Qopelek kir û di operasyonê de me dest danî li ser çendîn cihên veşartinê yên DAIŞê.”

Wî efserê Pêşmerge destnîşan kir: “Zanyarî li cem Hêza Altonî hebû ku tevgera çekdarên DAIŞê li vê deverê heye. Me dest bi operasyonê kir û me çendîn cihên veşartinê û tunelên DAIŞê hilweşandin û me dest danî ser hejmarek çek û cebilxane.”

Herwiha eşkere kir: “Ti rûbirûbûna rasterast di navbera me û çekdarên DAIŞê de rû neda. Tê pêşbînîkirin ku dema çekdarên DAIŞê zanî me dest bi operasyonê kiriye, cihên xwe hiştin û reviyan.”