Saredariya Ak Partiyê, konserta Aynûr Dogan betal kir

16 May 2022 00:23 0 dîtin
Saredariya Ak Partiyê, konserta Aynûr Dogan betal kir

PeyamaKurd-Şaredariya Navçeya Derînceyê ya Kocaeliyê ya Ak Partiyê, konserta hunermenda Kurd Aynûr Dogan betal kir. Sedem jî ji bo raya giştî wisa hat nîşandan ku ew konsert ne guncav e, ji ber wê jî hatiye betalkirin.

Hunermenda Kurd Aynûr Dogan, dê di 20 Gulanê de li navçeya Derînceyê ya Kocaeliyê ya Tirkiyeyê konsertek li qada vekirî bida. Ji rûpela fermî ya Şaredariya Derînceyê ya Ak Partiyê hat ragihandin ku konserta Dogan hatiye betalkirin. Sedema betalkirina konsertê wiha hat eşkerekirin;

“Organîzasyona ku dê di nav sînorên navçeya me de were kirin, hatiye lêkolînkirin û di encamê de hatiye dîtin ku ew konsert ne guncav e. Ji ber vê yekê jî ew çalakî, ji aliyê şaredariya me ve hatiye betalkirin.”

Hat dîtin ku di peyama betalkirina konsertê de navê Hunermend Aynûr Dogan nehat ser zimên.