Betalkirina konserta Aynûr Dogan, ket rojeva Parlementoya Tirkiyeyê
PeyamaKurd-Piştî betalkirina konserta Aynûr Dogan a ji aliyê Şaredariya Derînceyê ya Kocaeliyê ve; helwesta li hember hunermendên Kurd, derbasî rojeva Parlementoya Tirkiyeyê hat kirin. Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê, li ser vê helwestê pirsiyarname pêşkêşî parlementoyê kir.
Pirsiyarname, ji aliyê Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê, Omer Faruk Gergerlioglu ve hat pêşkêşkirin da ku Wezîrê Karên Naxweyî Suleyman Soylu bibersivîne. Di pirsiyarnameyê de hat pirsîn ku ‘Sedemên lêkolîn hatine kirin û guncav nehatiye dîtin çi ne gelo?’ Pirseke din, ‘Gelo tiştê ku de demê de hatin serê Hunermendê Kurd Ahmed Kaya, tê xwestin ku bi serê hin hunermendên din de jî bên?’ Yek ji pirsan jî ew bû ku ‘Di vê pêvajoyê de mexdûriya aborî ya Birêz Aynûr Dogan û tîma wê çêbûye, gelo dê ji bo vê mexdûriyê çi were kirin?’
Hunermenda Kurd Aynûr Dogan, dê di 20 Gulanê de li navçeya Derînceyê ya Kocaeliyê ya Tirkiyeyê konsertek li qada vekirî bida. Şaredariya Derinceyê Ak Partiyê bi peyamekê ragihand ku li ser konsertê lêkolîn hatiye kirin û ji ber ku guncav nehatiye dîtin, ji aliyê şaredariyê ve hatiye betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin