Erdogan û Zelenskiy, li ser rojeva ser axivîn

12 December 2022 00:00 0 dîtin
Erdogan û Zelenskiy, li ser rojeva ser axivîn

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Serokatiya ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, bi rêya telefionê ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy axiviye. Li gorî hat ragihandin, li ser rojeva şer û korîdora genim guftûgo hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Erdogan û Zelenskiy li ser rewşa niha ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivîne û Erdogan diyar kiriye ku di mehên zehmet ên zivistanê de ew xebatên xwe yên ji bo peydakirina pêdiviyên alîkariyên mirovî yên ji bo gelê Ukraynayê berdewam bikin.

Hat zanîn ku Erdogan diyar kiriye ku korîdora genim dikare bi berhemên cuda yên xurek û madeyên din were berfirehkirin û gotiye ku ew hêvî dike ji bo Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê jî çareserî bê dîtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Erdogan tekez kiriye ew alîkariyênku  ji bo pêkanîna plana aştiyê ya Zelenskiy di Lutkeya G20ê de ragihandibû, dinirxînin.