Erdogan û Zelenskiy axivîn: Em amade ne navbeynkariyê bikin!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bi rêya telefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê derbarê pêwendiya telefonî de ragihand ku ligel geşedanên dawî Erdogan amadebûna xwe ya navbeykariyê di navbera Kîev û Moskowê aniye ziman.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Erdogan ji ber ketina helîkoptera Ukraynayê ku Wezîrê Navxwe jî tê de can dabû serxweşî li Zelenskiy kiriye.
Erdogan herwiha di hevdîtinê de, diyar kiriye ku amade ne ji bo ji hewlên dîplomatîk ên pêkanîna aştiya mayînde di navbera Rûsya û Ukraynayê de, alîkariyê bidin û bi rêya navbeynkariyê hêsankariyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin