Saredariya Dêrsimê asûre da 5 hezar kesî

01 August 2023 23:32 0 dîtin
Saredariya Dêrsimê asûre da 5 hezar kesî

PeyamaKurd – Şaredariya Dêrsimê bi munasebeta meha Muharremê aşûrê da 5 hezar kesî. Di dema rojiya meha Mûharremê diqede, şaredariya Dêrsimê her sal aşûrê li xelkê belav dike û îsal aşûrê li Parka Seyîd Riza belav kir. Bi sedema balavkirina aşûrê ji hundir û derveyê welat jî gelek kes li Dêrsimê kom bûn.

Di wexta belavkirina aşûrê de bi Zazakî (Kurmanckî) û Tirkî di’a xwendin. Hemwelatiyên Dêrsimê behsa yekîtiya milletê kirin, besha mafên Elewiyan û çanda wan kirin û xwestin ku li çanda wan rêz bigrin. Rêvebirê karên çandê û civakî yê şaredariya Dêrsimê Ali Mükan weha got:

“Em weka şaredarî me îro li vê derê aşûrê belav kir. Em wek şaredarî bi salaye li vê derê aşûre belav dikin. Me 12 roj rojiya xwe girt (Rojiya 12 îmaman) û Xwedê rojiya herkesî qebûl bike. Bila car din ti kes ji bo ziman û baweriya xwe nemire. Bila herkes bi baweriya xwe azad bijî. Me îsal ji bo 5 hezar kesî aşûre amade kir û mirovên me ji bo wê civiyan.”

Xelkê Dêrsimê ji aliyê netewa xwe de Kurdin û bi zaravayê Zazakî û Kurmancî diaxifin. Ji aliyê olî de Elewî û Sunniyên wan hene lê piraniya xelkê Dêrsimê Elewî û Zaza ne.

Meha Muharremê ew mehe ku tê de Hz. Huseyin û 72 hevalên xwe li bajarê Kerbalayê ji aliyê Yezîd de hatine kuştin. Ji ber wê jî Kurdên Elewî di dawiya qedandina mehê de aşûre belav dikin.