Japonya biryara tehliya 50 hezar kesî da û asta hawarê derxist ya herî bilind

21 September 2024 23:59 0 dîtin
Japonya biryara tehliya 50 hezar kesî da û asta hawarê derxist ya herî bilind

PeyamaKurd – Li Japonyayê pisporên metorolojiyê texmîna xwe ya barana xwurt kirin û ragihandin ku wê baran bi xwe re lehiyê rake û li 4 bajaran tehliya li dora 50 hezar kesî dan. Rewşa lezgîn derxistin asta herî bilind.

Ajansa Metorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ji bo hinek deveran li ser xwurtiya baranê rewşa awarte ya lezgîn ragihand. Li gor ragihandina BBCyê; li orta Japonya li 4 bajaran bende ne ku barana xwurt bibare, bibe sedema lehiyê û xelk jê zerarê bibîne lewra rêvebir ji niha de tedbîrên xwe distînin da zerar negihê xelkê wan deveran.

Li Girava Noto, li bajarê Vacima 18 hezar, li Suzu 12 hezar, li eyaleta İşikava li bajarên Niigata û Yamagata 16 hezar kes dê bên tehliyekirin. Li Japonya bi sedema rabûna ava 12 rûbaran talûka jiyana der û dora rûbaran kete talûkê.

Rêvebirên Japonya ragihandin ku bi sedema lehiyê li bajarê İşikavayê kesekî miriye û 7 kes wenda ne.