Hindistan bi sedema sîklonê dest bi tehliya 800 hezar kesî kir
PeyamaKurd- Dewleta Hindistanê bi sedema sîklonê ku dikare erdê bihezîne, plan dike ku 800 hezar kesî tehliye bike. Ev 800 hezar kes wê bên tehliyekirin bo dibistanên bi ewle û barakayên ku bo afatên xwezayî hatine çêkirin. Rayedar bo di demeka kurt de wan ji herêmê tehliye bikin tekneyan, trên û otobusan xistine dewrê.
Barana zêde dibe ku eyaleta Odishayê ya li başûr bandorên neyînî li jiyana mirovan bike. Daîra Rewşa Hewayê ragihand ku wê roja înê leza bayê bigihê 200 km yî û hişyariyê da milletê. Hetta hişyariyê dan geştiyarên ku wê herin eyaletên Odishayê û Bengalê û xwestin ji wan eyaletan xwe dûr bigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin