Saziya Koçberî û Pistgiriyên Mirovî li ser mafên zarokan ê zimanê zikmakî lêkolînek kir

28 May 2021 10:02 0 dîtin
Saziya Koçberî û Pistgiriyên Mirovî li ser mafên zarokan ê zimanê zikmakî lêkolînek kir

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, Saziya Koçberî û Piştgiriyên Mirovî li ser mafên zarokan ê zimanê zikmakî ku tên binpêkirin û bandorên wan bipêkirinan, lêkolînek kir.

Di rapora lêkolîna Saziya Koçberî û Piştgiriyên Mirovî ku li Diyarbekirê kiriye de hatiye diyarkirin, divê bandorên pirsgirêka zimanê zikmakî bê şênberkirin û li gor daxwazên zarokan pêşniyar hatine ragihandin.

Weqfa Koçberî û Piştgiriyên Mirovî li Diyarbekirê, bi vê raporê encamên hevdîtin û lêkolînên bi 20 zarok, 40 malbat, rêvebirên saziyên sivîl, partiyên siyasî, perwerdekar û xwediyên dibîstanên taybet ku perwerdehiya zimanê zikmakî dane re hatine kirin, hat ragihandin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiyeyê şerh daniye ser 3 xalên Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî û ew jî dibe sedem ku pişaftina zarokan zêde bibe û zimanê xwe yê zikmakî nikaribin bikarbînin û pê bijîn.

Seroka Rêvebiriya Weqfa Koçberî û Piştgiriyên Mirovî Çîgdem Ertek ku hem wext hiqûqnas e, balê kişand ku li Tirkiyeyê ji ber Tirkiyeyê şerh daniye ser 3 xalên mafên gerdûnî yên zarokan, zarok ji mafên xwe yên zimanê zikmakî û pê ve girêdayî mafên xwe yên zarokatî bêpar mezin dibin. Tên pişaftin, nikarin bi têra xwe xwe bigihînin navgînên ragihandinê û loma jî nikarin xwe baş pêk bînin.

Çîgdem Ertek ji K24ê re eşkere kir: “Me di 20ê Cotmeha 2020an de dest bi vê xebatê kir û me hem bi zarokan re, hem jî bi saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên zarokan, rêvebirên dibîstanan, perwerdekaran, hunermend û kesayetên pispor re hevdîtin pêk anî. Me xwest,  li ser mijara zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî, rewşa niha û bandorên ku dike û dîsa bandorê ku dibîne bi vê lêkolînê daneyan peyda bikin û pêşniyarên çareseriyê bigihînin. Bi taybet daxwazên zarokan ji bo me girîng bûn û zarok dixwazin bi zimanê xwe perwerdehî bibinin, li ser medyayê zêdetir proje ji bo wan hebin û bi zimanê xwe xwe bipêş bixin.”

Li gor raporê, her çiqas Kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê tên axaftin û li Tirkiyeyê piştî 2010an perwerdehî hatibe pejirandin jî, bi taybet zarokên Kurd, ji mafên xwe yên perwedehî bê par mane.

Ji 20 zarokên ku beşdarî lêkolînê bûne, 9 ji wan hêj nizanin ku wek dersa bijarde bi Kurdî perwerdehî tê dayîn, 7 ji wan ji bo perwerde bibinin serîledan kirine lê bi hincetên cuda pol nehatine vekirin û tenê 2 ji wan karîne bi Kurdî perwerde bibinin.

Herwiha tê ragihandin ku pêvajoyên pêşketinên siyasî jî di perwerdehiya zimanê zikmakî ya zarokên Kurd de bandorên diyarker kiriye.  Di Lêkolînê de, diyar dibe ku serdema,  pêvajoya aştî û çareseriyê de herî zêde baldariya zarokên Kurd çûye ser fêrbûna zimanê Kurdî û piştî 2015an jî her diçe kêm bûye.

Li ser mijarê Civaknas  û Nivîskarê lêkolîner Şêhmûs Sefer jî balê dikşîne, ku Kurdî bi rêbaz û şêwazên berê heta vê serdemê hatiye, lê nivşên nû ji ber şert û mercan zêdetir tên pişaftin loma jî, divê mallbat bi hişyarî zarokên xwe fêr bikin, siyasemedar zîndekirina ziman bikin wek armancekî û li ser medyayê zêdetir xebat ji bo zarokan bên kirin.

Şêhmûs Sefer ji K24ê re destnîşan kir: “Pirsgirêka herî mezin, helwesta dewleta Tirkiyê ye ku berpirsyariya xwe bi cîh nayne. Divê çawa ku bacê ji gel distîne, divê wisa jî di zimanê zikmakî de xizmeta perwerdehiyê jî bide. Bi taybet ji bo zarokên Kurdan  û bi Kurdî ku li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê qala 30 milyon welatiyên Kurd tê kirin. Divê zarokên van welatiyan fêrî zimanê wan bike û danasîn û agahdarkirina wê perwerdehiyê jî bike. Lê heta ji wan tê, wê danasînê nakin û ser hewla sergirtina meseleyê didin. Heta ji bo kesên ku dersên Kurdî dibijêrin re dibin asteng. Loma jî ev pirsgirêkên û li ber me ne. Loma jî divê malbat, sazî û dezgehên Kurdan û siyaseta Kurdan divê di vê meseleyê de ji dil bin û ziman wek amûrekî bikar neynin, wek bingeha hebûn û nemanê bibinin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Tirkiyeyê ji bo polên zimanê zikmakî vebin, divê kêmtirîn 10 kes li heman dibîstanê serîlêdan bikin, yên ku serîlêdan bikin divê kêmtirîn di pola 5 emîn de bin û pişt re jî divê mamoste hebe.