Scholz bersiv da gotinên Erdogan: Ji Îsraîlê re gotibû, 'dewleta fasîst'...

14 November 2023 21:08 0 dîtin
Scholz bersiv da gotinên Erdogan: Ji Îsraîlê re gotibû, 'dewleta fasîst'...

 PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî civîna ligel Serokwezîrê Yûnanistanê li Berlînê, di civîna rojnamevanî de, derbarê gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên dijî Îsraîlê de axivî.

Scholz beriya serdana Erdogan a Almanyayê bi çend rojan li ser gotinên Erdogan ku rejîma Îsraîlê bi faşîzmê tawanbar kiribû got, ew tawanbarkirineke tewş e.

Scholz da zanîn ku Îsraîl bi demokrasiyê tê birêvebirin û pabendî yasayên navdewletî ye kû got ku tawanbariyên faşîzmê tewş in.

Erdogan 10ê Mijdarê di axaftineke xwe de bal kişandibû ser şerê Îsraîl-Hemasê û gotibû: “Îsraîl 75 sal in heye û hewl dide rewabûna dewleta xwe bi faşîstiya mijara nîqaşan avadan bike.”