Sedat Peker: Plana wan ev e ku êrîsî Cemxaneyê bikin

01 June 2021 11:30 0 dîtin
Sedat Peker: Plana wan ev e ku êrîsî Cemxaneyê bikin

PeyamaKurd - Mafyagerê Tirk Sedat Peker li ser hesabê xwe yê Twitterê îdîayeke nû belav kir û da zanîn: “Plana wan ev e ku êrîşî Cemxaneyê bikin.”

Di peyama xwe de Sedat Peker sedama ku di vîdyoyêyên xwe de çima qala "Elewîtiyê" dike û bi qesta Wezîrê berê yê Navxwe Mehmet Agar dibêje: “Sedema ez her dem behsa mijara Elewîtiyê dikim ew e ku, dixwazim plana mezintirîn êrîşa ji êrişa qehwexaneya li Gaziosmanpaşayê ku di salên borî de ji aliyê zilamên Mehmetê kûr ve hatibû kirin, vala derxînim. Ji ber plana wan heye ku bi êrîşeke hîn mezintir Tirkiyê têxin nava kaosekê. Plana wan ev e ku êrîşî Cemxaneyê bikin.”

Mafyagerê Tirk Sedat Peker bi rêya tomarkirina vîdyoyên Youtubeyê mikurhatin, îfşaat û îdiayên xwe berdewam dike.

Peker pêştir di girtîgehê de bû, lê pişt re bi hêsankariya Hikûmeta Tirkiyê ku di destê AK Partiyê de ye, ji zindanê serbest hat berdan. Lê ew demek e ku di navbera wî û Hikûmetê de nakokî derketine û wî jî bi rêya belavkirina peyam û vîdyoyan dest bi eşkerekirina nihêniyên dewletê kiriye.

Birayê Sedat Peker, Atilla Peker tevî parêzvanekî xwe, ku bi vîdeoyên xwe rojev li Tirkiyê hejand, roja 23ê Gulanê li navçeya Fethiye ya parêzgeha Mugla ya Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlekarî yên wî welatî ve hat desteserkirin.