Sedema teqînên li Serêkaniyê eskere bû: 2 komên çekdar pev ketin

24 September 2020 20:43 0 dîtin
Sedema teqînên li Serêkaniyê eskere bû: 2 komên çekdar pev ketin

PeyamaKurd – Îro danê êvarê li bajarokê Til Helef a dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê motorsîklêtek û mayînek hatibûn teqandin ku herdu teqîn bûn sedema ziyanên madî.

Piştî teqînan çavkaniyên deverê ragihandin ku ew teqîn ji ber nakokî û pevketina çekdarên komên "El-Hemzat" û "Melek Şah" yên bi ser Tirkiyê ve pêk hatine.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê alozî li herêmê derketiye, herdu aliyên çekdaran hêza xwe li herêmê zêde kirine û tirsa ku şer di navbera wan de rû bide di nav xelkê deverê de zêde bûye.

Li rojavayê Serêkaniyê motorsiklêtek hat teqandin