Sehîdên Pêsmerge yên êrîsa 2007an hatin bibîranîn
PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku li Hewlêrê şehîdên karesata terorîstî ya xwînawî ya li ber deriyê bingeha liqa 23ê ya PDKê li Qereçûxê bi serbilindî ve hatin bibîranîn.
Di peyama Parêzgeha Hewlêrê ya îro 13ê Gulanê hatiye belavkirin de li ser bîranîna şehîdên Pêşmerge wiha hate gotin:
“Bi berhevbûna Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê li Hewlêrê Piştîwan Sadiq, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û binemal û kesûkarên serbilind ên şehîd û birîndarên wê rûdanê, li hola Şehîdan a bingeha Liqa 23ê ya PDKê, bîranîna 17 saliya karesata terorîstî ya xwînawî ya roja 13.05.2007ê li jêr navnîşanê “Ew roja xwîn li Qereçûxê diherikî” hat kirin.”
Di êrîşa xwekujî de 36 Pêşmerge û karmendan can dabû
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 13.05.2007ê, di êrîşeke xwekujî ya terorîstî de ku bingeha Liqa 23ê ya PDK ya Mexmûrê û qaymeqamî û birêveberiyên polîsan û trafîkê yên qezayê kirin armanc, 37 kes Pêşmerge û kadirên PDKê û polîs û karmendên hikûmetê û welatiyên sivîl ên deverê şehîd bûn û nêzî 130 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin