Sekreterê gistî yê NY Guterres li Ankara bi Erdogan re civiya
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li Ankara li Beştepe civiyan. Erdoğan û Guterres li ser mijara şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê axifîn. Di hevdîtinê de li ser bidawîanîna şerê navbera her dû dewletan, pêşniyarên Tirkiyê û pêngavên ku bên avêtin çi ne, di derbarê wan de guftûgo hatin kirin. Serokkomariya Tirkiye li ser mijarê daxwuyaniyekî da û weha got:
“Sekreterê giştî yê NY Guterres, ragihand ku ji bo dawî li şer were, ji bo xebatên dîplomatîk û hewlên ku Tirkiye dike, destek û sipasiya xwe ragihand. Erdoğan jî ragihand ji bo aştî çêbibe divê pêvajoya Îstenbolê bê destekkirin. Erdoğan ragihand ku ew bawere ji bo her dû terefên şer û dinya ji krîzê derê, dê karibin rêyekî dîplomatîk yê çaresiyê peyda bikin.
Erdoğan dixebite da şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê xelas bibe, tehliya sîvîlan bibe û alîkariya mirovî bigihê Ûkraynayê. Ji bo çareseriyê wê Tirkiyê bi NY re xebatên xwe yên nêz dê bide dewamkirin.”
Li gor ragihandina ku berê hatibû kirin; Antonio Guterres wê sibê here Moskovayê û bi Putin re bicive. Roja pêncşemê jî wê here Ûkraynayê û bi serokê dewletê Zelenski re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin