Selahattin Demirtas dîsa nehate berdan!
PeyamaKurd- Ji bo Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş dîsa biryara berdanê derneket. Dadgeh ji bo roja 3yê Cotmehê hate taloqkirin. Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Edirnê di hepsê de girtî ye.
Di dadgeha Enqerê ya 19emîn ya cezayên giran de darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş dewam kir. Selahattin Demirtaş jî bi rêya înternetê beşdarî celseyê bû. Parêzerên Demirtaş beşdarî celseyê nebûn û mazeret eşkere kirin. Demirtaş jî xwest ku wextê ku parêzerên wî li celseyê ne, parastina xwe bike û daxwaza taloqkirina celseyê kir. Mahkemeyê celse ji bo roja 3yê Cotmehê taloq kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin