Selala herî mezin ya Kurdistanê sembelîlkê cemedê girt
PeyamaKurd – Şelala herî mezin ya seranserê Kurdistanê ya Girlawike ku dikeve nav bajarê Ezirganê û ji navenda bajêr 35 km dûr e. Hinek şaxên ava Firatê di Girlawikê de derbas dibin û havîna deverê dikin weka bihişta rengîn. Xelkê deverê û biyanî di havînan de seredana şelalê dikin û dikarin li bin şelalê bixwun, vexwun û razên.
Di zivistanê de jî dîmenên şelala Girlawikê cudane û bi taybetî dîmenên zivistana îsalî. Geştiyarên sermahez di zivistana îsal de seredana şelalê dikin û wêneyên balkêş pêşkêşî dîdariya dîdaran dikin. Şembelîlkên ji cemedê an qeşayê bi metreyan dirêj bûne û xwe kirine xemla şelala Girlawika bajarê Ezirganê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin