Semîh Sukrî ragihand ku ew ji teklîfa civîna Rûs-Ereb raziye

10 June 2024 21:37 0 dîtin
Semîh Sukrî ragihand ku ew ji teklîfa civîna Rûs-Ereb raziye

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Misrê Semîh Şukrî li ser teklîfa Rûsyayê ya ji bo li ser şerê Xezzayê ya ku Rûsya ji bo welatên Ereb teklîf kiriye gelek raziye.Şukrî piştî civîna bi wezîrê karênd erve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, li ser xebatên krîza Xezzayê agahî da.

Li gor ragihandina wezareta karênd erve ya Misrê, di bin serokatiya demkî ya Rûsya de li bajarê Rûsyayê li Nijniy Novgorodê civîna wezîrên karênd erve yên dewletên endamên BRICSê çêbûye, Şukrî tevlî civînê bûye û bi hemkarê xwe yê Rûsyayê Lavrov re civiyaye.

Di civîna her dû wezîran de lis er krîza Xezzayê û rêyên çareseriyê, têkiliyên duqolî, şerê Rûsya-Ûkraynayê û li ser krîza li Sûdanê axifîne.

Şukrî got ku gelek raziye ku Moskova bi 5 dewletên Ereb re, bi wezîrên karên derve yê wan welatan re teklîfa civînê kiriye ku wê li ser krîza Xezzayê bicivin.

Navê her 5 welatên Ereb nehat gotin lê hat ragihandin ku Semîh Şukrî agahiyan daye Lavrov ku di demên borî de bi Qatarê re ji bo agirbesa li Xezzayê çi xebatan kirine.