Senatorê Amerîkî bo Tirkiyê: Me zêde sebir kir, êdî dem hatiye…
PeyamaKurd –Li demeke ku senatoya Amerîkayê ji ber êrîşên ser Rojava û S-400ên Rûsî li ser sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê de kar dike, Senatorê Amerîkayê yê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Jim Risch jî ragihand ku êdî sebra wan nemaye û gihîştine dawiya rê.
Jim Risch, got ku wan li ser mijara S-400an gelekî sebir kiriye, lê êdî gihîştina dawiya rê û dem hatiye proje yasayê bînin ber senatoyê.
Risch destnîşan kir ku wî ev zêdeyî salekê ye ji wezîrên derve û berevaniyê û dîplomatkaran re gotiye ku heger S-400 hebe dê rastî cezayan werin û balafirên F-35an nadin wan, lê ji ber daxuyaniyê Erdogan hêvîşikestî bûme.
Biryare îro Komîteya Derve ya Senatoya Amerîkayê hem li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê hem jî ji bo dorpêçên derbarê S-400an de bo Tirkiyê bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin