Senatorê Amerîkî wêne nîsan da û got: Ji bo Erdogan dem hatiye...

06 November 2019 16:35 0 dîtin
Senatorê Amerîkî wêne nîsan da û got: Ji bo Erdogan dem hatiye...

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkayê ye ji Partiya Demokratan Bob Menendez, ji Encûmena Pîran a Amerîkayê xwest ku li hemberî kiryarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bertekê nîşan bidin û got, êdî dem hatiye rê li ber Erdogan bê girtin. 

Senator Bob Menendez li Encûmena Pîran a Amerîkayê wêneyekî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî yê bihevre nîşan da û got, “Divê rê li ber kiryarên xirab ên Tirkiyê were girtin.”

Menendez got, niha dem hatiye ku zextê li Erdogan bikin da ku heta pabendî biryarên NATOyê bibe û rêzê li yasayên navdewletî bigire. 

Senatorê Amerîkî diyar kir ku divê careke din têkiliyên di navbera Amerika û Tirkiyê de bên nirxandin û Tirkiye ji ber kiryarên li Suriyê dike bê darizandin û got:

"Divê bihêztirîn hevkarên me, hevkarên NATOyê bin, ewên ku soza pêkanîna parastina hevbeş dane. Ewên bi me re beşdarî nirxên me dibin. Mixabin,Tirkiyê di bin desthilatiya Erdogan de ye, ku nûnertiya tu nirxên koalisyonê nake, divê Tirkiyeya ku di bin destilata Erdogan de ye, ne wek hevkar be."

Senatorê Amerîkî destnîşan kir ku niha dema wê yekê ye Encûmena Pîran a Amerîkayê li dijî Tirkiyê pêngavekê bavêje, lewra Tirkiye li jêr serokatiya Erdogan pabendî ti nirxeke NATOyê nabe û ji bo DAIŞ xwe ji nû ve birêxistin bike derî vekirine.

Senator Menendez ragihand, ew ê di demeke nêz de bendekî li gorî qanûna alîkariya derve (FAA) pêk bînin, da ku Rêveberiya Trump neçar bikin ku raporekê der barê binpêkirinên Tirkiyê ji mafên mirovan li Sûriyê re, pêşkêşî kongresê bike û ji ber kiryarên li Suriye hatine kirin ceza li ser Tirkiyê bê ferz kirin.