Senatorên Amerîkî nîgeraniya xwe li ser biryarên dawî yên Dadgeha Federal nîsan dan

16 August 2022 11:00 0 dîtin
Senatorên Amerîkî nîgeraniya xwe li ser biryarên dawî yên Dadgeha Federal nîsan dan

PeyamaKurd – Senatorên Amerîkî Robert Menendez û James Risch nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re şandin û di wê nameyê de nîgeraniya xwe li ser biryarên dawî yên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Di nameya xwe de her du senatorên Amerîkî daxwaz kirin ku Amerîka hewl bide kêşeya biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Senatoyê Robert Menendez û Endamê Lijneya Pêwendiyên Karên Derve ya Encûmena Senatoyê James Risch di nameyekê de ji Antony Blinken re eşkere kirine: “Em bi lez daxwazê ji îdareya Amerîkayê dikin ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê di astên herî bilind de bi hev ve werin gihandin, da ku rê bide berdewamiya karê enerjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê, ku beşeke veneqetiyayî ye di seqamgîrî û xweşguzerana Iraqê de, herwiha ji bo pêşxistina serxwebûna enerjiya Iraqê.”

Di berdewamiya nameyê de hat destnîşankirin: “Em ji we daxwaz dikin, demildest di asteke bilind de pêwendiyê bi Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê bikin ji bo parastina seqamgîriya aboriya Hikûmeta Herêmê.”

Herwiha di beşeke din a nameyê de hat gotin: “Em hêvî dikin çareseriyek were dîtin, ku wê yekê misoger bike kompaniyên Amerîkî dikarin di demeke kin de karên xwe cihbicî bikin bi awayekî ku pabend bin bi yasayên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqa Federal.”

Her du senatoran eşkere kirine: “Divê îdareya Amerîkayê hewl bide sûdê ji civîna vê dema dawî ya Serokê Amerîkayê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî werbigre û pêwendiyeke berdewam pêşve bibe û bihêz bike, bi taybetî di demekê de ku proseya pêkanîna hikûmetê demeke dirêj ajotiye û hîn jî nehatiye çareserkirin.”