Senatorekî Amerîkî ji aliyê dadgeha federal ve hat girtin

10 May 2023 21:05 0 dîtin
Senatorekî Amerîkî ji aliyê dadgeha federal ve hat girtin

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê eyaleta New York ji partiya Komarî ku di Encûmena Nûneran de cî digire, ji ber hin tawanbariyan hate girtin.

Dadgeha Federal a Amerîkayê bi sedema ku di jînenîgeriya xwe de, beyanên nerast dane û bexşên bo helmeta hilbijartinê jî ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî xerc kirine, biryara girtina senator George Santos da.

Di doznameya Santos de, hatiye gotin ku wî bexşên helmeta hilbijartinê ji bo deynên xwe yên krediyê û cilûbergên luks xerc kirine û herwiha di belgeyan de beyanên derveyî rastiyan dane kongreya Amerîkayê.

Dozger Breon Peace gotiye, mebesta vê doznameya derbarê Santos de ew e ku wî ji hîlekarî û beyanên komplowarî berpirs bike.