Senatoya Amerîkayê firotina f-35an da sekinandin!
PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê butçeya 2019an ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) qebûl kir.
Amerîkayê butçeya 2019an ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku ji 716 mîlyar dolarî pêk tê, li dijî 10 rayan bi 85 rayan qebûl kir. Di butçeyê de ji bo Tirkiyê jî beşeke balkêş hebû. Ji bo Tirkiyê wiha hate gotin: “Bila balafirên şer yên F-35, pergalên parastina hewayî yên bi navê Patriotan, firokên neqliya giran yê Chinook, firokên AH-1 Kobra û H-60 Black Hawk û balafirên şêrr yên F-16; ji bo Tirkiyê neyên firotin.
Ji xeynî vê jî hat gotin ku ji ber ku Tirkiye ji Rûsyayê S-400an dikire û Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji hepsê nehatiye berdan, navbera Tirkiye û Amerîkayê xira bûye. Ji ber vê yekê jî divê berî gavekê Brunson were berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin