Amerîkayê firîna F-35an da sekinandin!
PeyamaKurd- Piştî ku hefteya bûrî li Başûrê Carolinayê balafireke F-35an ket, Amerîkayê firîna hemî balafirên F-35an da sekinandin.
Di derbarê mijarê de Berdevkê “Bernameya Êrîşkirina Hevpar” Joe Dellavedova daxuyaniyek da û got ku li ser boriyên sotemeniyê yên balafirê lêkolîn dewam dikin. Hêzên Amerîkayê û hevkarên wê ji bo demeke derbasdar, firîna F-35an dane sekinandin. Di 28ê Êlûnê de li Başûrê Carolinayê balafireke F-35an ket. Ji ber vê bûyerê me lêkolîn da destpêkirin. Heke di boriyên sotemeniyê de pirsgirêkek hebe, ew ê bêne guhertin û dîsa firîn wê dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin